DENGE TV YENİ FREKANS 2012
DENGE TV YENİ FREKANS 2012
DENGE TV YENİ FREKANS 2012
Karakter boyutu :13 Punto15 Punto17 Punto19 Punto

Şêx Naqşîbendî: AKP ê felakatê bîne

Şêx Naqşîbendî: AKP ê felakatê bîne
Şêx Abdurrahman Naqşîbendî: Dengên xwe bidin namzetên ku ji bo gelê kurd bedel dane, ango yên Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê."
11.06.2011 / 12:45


 



 



Şêx Abdurrahman Naqşîbendî got: "Desthilatdariyeka nû ya AKPê ê ji kurdan re felaketê bîne" û wiha bang li murîdên tarîqetê kir: "Dengên xwe bidin namzetên ku ji bo gelê kurd bedel dane, ango yên Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê." Şêx Nakşibendi, diyar kir ku blok ji bo yekîtiya neteweyî gaveka gelek girîng e.







Ji Herêma Federe a Kurdistanê Şêxê Nakşîbendî yê Hewremanê Abdurrahman Nakşîbendî, pêvajoya hilbijartinê ya li Tirkiyeyê û hewldanên yekîtiya neteweyî ya kurdan nirxand. Şêx Nakşîbendî, anî ziman ku namzetên serbixwe yên BDP piştgiriya wan dike, ji bo Yekîtiya Neteweya kurd gaveka gelek girîng e û wiha got: "Peywira Naqşîbendên rast ew e ku li gel kesên ji bo neteweya xwe xebatê dikin û li dijî kesên desthilatdar, rawestin." Şêxê Nakşîbendî, da zanîn ku di dîrokê de Tirkiyeyê ti caran destûr nedaye hewildanên kurdan.







'AKP li Rojhilata Navîn aktorê DYA-yê ye'







Şêx Nakşîbendî, got "Îngîlîz hê ji ber ku ê Selahattînê Eyubiyekî nû ji nav kurdan derkeve ji kurdan ditirsin" û wiha axaftina xwe berdevam kir: "Pergalên desthilatdar her tim wekî piştgiriyê didin Kurdan xwe nişan bidin jî di aliyê stratejîk de her tim azadiya kurdan asteng kirine. Di dîrokê de kesên pêşengiya kurdan kirin ên wekî Şêx Seît, Seyîd Riza, Şêx Abdullahê Nehrî, Şêx Ubeydullah û Şêx Mahmudê Berzencî him ji bo neteweya kurd him jî bo baweriyên parastin. Hikûmeta AKPê ya olê bikartîne li Rojhilata Navîn aktorê îslamiyeta nemir a Serokê ABDê Barack Obama ye. Ji vê hikûmetê re peywira neteweya kurd asteng bikin hatiye danîn. AKP bi hêza madî û manewî ya ji emperyalîzmê digire, li aliyekî êrîşê kurdan dike û li aliyê din jî kurdên başurê Kurdistan ziyaret dike. Dixwazin bi vê yekê kurdan perçe bikin. Heke hemû kes dizane kurdên demokrat kî ne."







Nimêjên înê tekela AKPê perçe kir







Şêx Nakşîbendî, bertek nîşanî helwesta Serokwezîr Erdogan û hikûmeta AKPê ya li dijî "Nimêjên înê yên sivîl" da û wiha pê de çû: "Hikûmet êrîşî nimêjên kurdan ên li kolanan bi zimanê xwe yê dayîkê dikin jî dike. Hikûmeta îslamiyeta rast nizane. Melayên dewletê yên li mizgeftan weazê didin, tu eleqeya wan bi ola rast ve tuneye. Dixwazin bîrdoziya dewletê belav bikin. Nimêjên înê yên sivîl di şexsê pergala AKPê de tekela pergala olî perçekirin."







Blok ji bo yekîtiyê gavek gîring e







Şêx Nakşîbendî, bilêv kir ku Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê ji bo yekîtiya kurdan gavekî gelek girîng e û wiha axivî: "Desthilatdaran her tim cudahiyên kurdan ji bo percekirina wan wekî amurekî bikaranîne. Divê gelê me destûrê nede partî û hikûmetan olê bikarbîn e." Şêx Naksîbendî, destnîşan kir ku desthilatdariya AKPê ya nû dê ji bo kurdan felaket be. Şêx Naksîbendî, bang li hemû murîdên tarîqata Nakşînbendî kir û wiha pê de çû: "Divê hemû endamên Nakşîbendî rêya rastî nişanî gel bidin. Divê hemû Milsimanan li dijî leyîstokan, gel bihestiyar bikin. AKP organizasyonekî hatî înşakirin e. Bila vê baş bizanin. AKP ji bo kurdan mirin, şîdet û kelepçe ye. Bila hemû murîdên me dengê xwe bidin blokê."


Etiketler:
Bu haber toplam 1958 defa okundu
YAZARLAR