DENGE TV YENİ FREKANS 2012
DENGE TV YENİ FREKANS 2012
DENGE TV YENİ FREKANS 2012
Karakter boyutu :13 Punto15 Punto17 Punto19 Punto

Di weşana zindî de potên Erdogan!

Di weşana zindî de potên Erdogan!
'Pirsgirêka kurd bi BDP'ê nayê çareserkirin'
11.06.2011 / 12:25


Serokwezîr Tayyip Erdogan ê ku duh di televîzyonekî de tevli weşana zindî bû û gotinên xwe yên "hin pirtûk ji bombeyê xetertir e" dubare kir. Erdogan dema ku qala pirtûkên ku der barê wî de hatine nivîsan kir gelê rûm biçûk xist û gotina "ne cihutiya me, ne ermentiya me biborin ne jî rumitiya me nema" bi kar anî. Erdogan dema ku qala Metîn Lokumcuyê ku li Hopayê ji aliyê polîsan hate qetilkirin kir jî gotinên "helwesta wî ne weke mamosteyekî teqawîtbûyî bû" bi kar anî. Serokwezîr ê ku gelek xef şikandin îdia kir ku wî nedizanî li Tirkiyeyê di girtîgehan de kurdî qedexe ye.



Beriya 12'ê Hezîranê Serokwezîr Tayyîp Erdogan hevpeyvîna xwe ya dawî ji bo NTV'ê da û zimanê xwe yê tûj ê dema kampanyaya hilbijartinê jî berdewam kir. Erdogan pirsên Oguz Haksever, Nermîn Yurterî, Ruşen Çakir û Nîlgun Balkaçê bersivand û dema ku rewşa rojnameger Nedîm Şener û Ahmet Şik ên ku ji ber lêpirsîna Ergenekonê hatin girtin nêrînên xwe anî ziman der barê pirtûkan de nirxandina xwe ya "bombe" dubare kir. Ruşen Çakir pirsa "Ez rojên borî çûm serdana hevalê xwe Nedîm Şener ê li Sîlivriyê. Ez pir ji wî bawer im û kefîlê wî me. Ahmet Şik jî wisa ye. We li Strazburgê axaftinek kir û di vê axaftinê de şibandina pirtûkan a bombeyê hebû, hevalên min ji ber vê aciz bûn ez jî aciz bûm. Hûn dikarin vê mijarê hinekî vekin?" ji Erdogan kir. Erdogan jî bersiva "ez wê mijarê venekim lê heke em di demên pêş de bi wî re bên ba hev... Hîn pirtûkên wisa hene ku ji pirtûkan xeteretir in. Bandora bombeyan dikin."



Ruşen Çakir di bernameyê de got ku Metîn Lokumcuyê ku li Hopayê ji aliyê polîsanv e hate kuştin xizmê wî ye û wiha berdewam kir: "Metîn Lokumcu xizmên min e. Dema ku ez li Amedê bûm ev bûyer qewimî. Li wir çi qewimî ez ji hevalên xwe hîn bûm. Metin Lokumcu mirovakî baş bû û biaweyeke bêtalihî mir. Helwesta we di televîzyonê de hate weşandin. Ez, malbata min û xizmên min me, hûn şermezar kir."



Li ser vê yekê Erdogan, Lokumcu dîsa sûcdar kir û wiha got: "Bila serê we sax be, lê bila hevalên min kaset û wêneyan bidin we. Gelo ev helwest li mamosteyekî teqawîtbûyî tê? Hûn ê wê demê bibînin." Çakir jî li ser vê yekê gotina "ma mir" bi kar anî lê Erdogan li gel vê gotinê li dijî Lokumcu êrîşên xwe domand û wiha got: "Ev tişt li mamosteyekî teqawîtbûyî nayê. Van keviran davêjin min, ez Serokwezîrê T.C.'ê me, kevir davêjin konvoya min. Kevir davêjin min. Kiliçdaroglu daxuyanî dide dema ku kevir tê avetin dibêje polîs bixwe ketiye. Binêrin ew polîs hê jî baş nebûye lê min qet nedît rojnameyan qala Servet kirin. Ji me re dibêjin 'em nahîlin hûn bên vir, em nahêlin zarokên we li vir bixwînin, dibêjin tekane rê kolan, tekane rê şoreş e' ma ev e demokrasî, Ez ji Rîzeyê me tu ji Hopayê ye..."



Erdogan der barê rexneyên çapemenî û rojnamegeran de jî heman helwest nîşan da û bi taybetî jî dema ku qala ruman dikir gotinên ku wan biçûk dixe bi kar anî û wiha got: "Hîn qûnciknivîs, çapemeniya dîtbarî û nivîskî heye êrîşî me dikin. Der barê min û Serokomar de gelek pirtûk hene. Di nava van de ne cihutiya me, ne ermentiya me biborin ne jî rumitiya me ma. Ma hûn ê çi bikin tekane rê dimîne ew jî daraz e. Li ser navê azadiyê ma ev tişt tên kirin? Sînorê azadiyê heta azadiya yekî din e. Azadiya bêsînor li tu deverê cîhanê nîn e. Ez li hemberî azadiya her kesî rêzdar im lê bila nekevin sînorê azadiya min."



'Pirsgirêka kurd bi BDP'ê nayê çareserkirin'



Erdogan îdia kir ku ew di çareseriya pirsgirêka kurd de hatine asteke girîng û dîsa îdia kir ku BDP nikare bibe hêza çareseriyê û wiha berdewam kir: "Ma em ê di çareserkirina pirsgirêka kurd de tenê yên ku hatine parlamentoyê muxatab bigirin. Heke hûn bibêjin dê bi wan re çareser bibe ê demê hûn ê xwe bixapînin. Derdekî BDP'ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî nîn e. BDP naxweza ji bo herêmê xizmet bê kirin. Ji ber ku ji vê sûdê werdigire. Em di pirsgirêka kurd de hatin asteke girîng. Me gelek aliyan çareser kir. Me politîkayên red û înkarê paşde hîşt. Tenê pirsgirêkên kurdan nîn e yên her kesî hene û em ê hemûyan çareser bikin."



Pota (tewşî) din a Erdogan jî der barê qedexeya kurdî ya di girtîgehan de bû. Erdogan got ku wî nedizanî li girtîgehan kurdî qedexe ye û bi vî rengî derket holî ku di dîroka komarê heta niha serokwezîrek nizane ku li girtîgehan kurdî qedexe ye. Serokwezîr pesnê xwe da û îdia kir ku wan li girtîgehan qedexeya kurdî rakirine û wiha axivî: "Min pirsa gelo em dikarin bi giştînameyê çareser bikin pirsî û piştre jî me giştînameyek weşand. Bi vî rengî pirsgirêk hate çareserkiri. Bi vî rengî dayîkê bi keça xwe re axivî."  (dha)


Etiketler:
Bu haber toplam 1588 defa okundu
YAZARLAR