Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), piştî 9'emîn Daîreya Dadgeha Bilind der barê Namzetê Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Amedê Mehmet Hatîp Dîcle de salek û 8 meh cezayê girtîgehê erê kir, dê berê parastina Dîcle bistîne û pişt re biryarê bide.
Hiqûqnasan ev biryara YSK'ê wekî "Dîcle dê têkeve hilbijartinê, tu astengî li pêş hilbijartina Dîcle tune ye" nirxandin. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Fîlîz Koçalî diyar kir ku bi vê biryara YSK'ê xuya dibe ku tu astengî li pêşiya Mehmet Hatîp Dîcle tune ye û wiha got: "Di 12'ê Hezîranê de dê hilbijêrên Peyasê û Lîceyê Mehmet Hatîp Dîcle bişîne meclîsê. Tu astengî li pêşiya Dîcle tune ye."