DENGE TV YENİ FREKANS 2012
DENGE TV YENİ FREKANS 2012
DENGE TV YENİ FREKANS 2012
Karakter boyutu :13 Punto15 Punto17 Punto19 Punto

Jinên Egîtîm Sen'ê dest bi projeya 'Depreşê Mor' dikin

Jinên Egîtîm Sen'ê dest bi projeya 'Depreşê Mor' dikin
Egîtîm Sen, di vê serdema hîndekarî û perwerdehiya nû de armanc dike ku îmzeyê bavêje pêngavek nû. Egîtîm Sen armanc dike ji bo jinan ku li hemû dibistanên lê bi rêxistine çalakiya "Depreşê Mor" pêk bîne. Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Sakîne Esen Yilmaz, diyar kir ku ew bi vê çalakiyê armanc dikin ku li dijî kuştinên zayenda çivakî hemû jinan perwerde bikin û di destpêka serdema perwerdehiyê de bi beşdariya jinên cîhanê konferansek navneteweyî pêk bînin.
07.09.2011 / 12:53


Li Tirkiyeyê sendîkaya ku herî zêde endamên wê yên jin hene Sendîkaya Mirovên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtim-Sen) ye. Egîtim Sen, bi 50 hezar endamên xwe yên jin di nava sendîkayên din de pêşengiyê dike. Sekreteryaya Jinê ya Egîtîm Senê di 19'ê Îlonê de bi projeya xwe ya nû xwe ji bo serdema nû ya hîndekarî û perwerdehiyê amade dike. Sekreterya Jinê ya Egîtîm Senê bi projeya 'Depreşê Mor" ji bo meha Cotmeh û Mijdarê xwe amade dike ku li ser mafên jinan û tundiya li dijî jinê dest bi çalakiyek nû bike. Sekreteryaya Jinê ji bo mehên ewil yên 2012'an armanc dike ku jinên hîndekar yên navneteweyî li hev kom bike û konferansekê pêk bîne. Her wiha plan dike ku hemû endamên xwe li ser mijara "zayenda civakî" di perwerdehiyê re derbas bike. Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Sakîne Esen Yilmaz, der barê xebat û projeyê de ji ajansa me DÎHA'yê re axivî.



Çalakiya 'Depreşê Mor'



Sekretara Jinê ya Egîtîm Sen'ê li ser bernameya "Depreşê Mor" ku di meha cotmeh û mijdare de pêk bînin rawestiya û wiha got: "Em dixwazin bi vê bernameyê balê bikşînin ser tundiya li dijî jinê. Em dixwazin mafên jinan li dibistanan bi panelan têxin rojevê. Em bi taybetî dixwazin vê yekê têxin rojeva zarokan jî. Em difikirin ku vê projeyê wekî saetek dersê li hemû dibistanan têxin jiyanê û li hemû polan wekî saetek ders bê dîtin. Di hemû dibistanên ku em lê bi rêxistin endamên me yên zilam û jin vê bernameyê li dibistanê û polan pêşkêş bikin.



Jinên hîndekar ên navnetewî dê li hev kom bibin



Yilmaz, destnîşan kir ku armanc dikin ku hemû jinên hîndekar ên navneteweyî li hev kom bikin û wiha pêde çû: Em armanc dikin ku têkoşîna li Tirkiyeyê û têkoşina navneteweyî li nokteyekê bigînin hev. Pirsgirêkên li Tirkiyeyê di heman demê de li Fransa, Îngîltere û Efrikayê jî hene. Em armanc dikin ku di meha yekem a 2012'an de hemû jinên hîndekar li hev kom bikin û li ser pirsgirêkên hevbeş niqaşan bimeşînin.



'Dê hemû endamên jin bên perwerdekirin'



Yilmaz, destnîşan kir ku wekî Sekreteryaya Jinê ji bo hemû endamên xwe yên jin bernameyên taybet difiririn û komên perwerdehiyê yên jinan ava kirine. Yilmaz, bilêv kir ku ev komên perwerdehiyê yên jin berê jî perwerdehiyê piştngiriyê dikirin û wiha got: "Me di 23-24'ê tebaxê de berperdehiyek bi vî rengî pêk anî. Me li ser mijarên "Jin û Makeqanûn" "Polîtîkayên Neoliberal û zayendîparêzî" û "Tundiya li dijî jinê" perwerdehî pêk anî. Ji ber polîtîkayên taybet ên der barê jinê de me Sekreteryaya Jinê ava kir. Em dê di qada xebatê ya jinan de 'Destûrên zayinê û şîrdayinê" her wiha zayendiya civakî û rolê wê û dîsa li dibistanê rola mamosteyên jin rawestin. Dema borî nêzî me nêzî 40 hîndekarên jin perwerde kir. Me perwerde da nûnerên cihên kar û rêveberên şaxan. Em armanc dikin ku perwerdehiya zayendiya civakî bidin hemû endamên xwe yên jin û mêr.



Ji bo aştiya civakê divê jin xwe bi rêxistin bikin



Yilmaz, destnîşan kir ku li tevahiya Tirkiyeyê nêzî 450 rêxistinên jinan hene û li gorî 80 hezar komelayan hêjmarek gelek kêm e. Yilmaz, bilev kir ku dema rêxistinên jin dibin yek û dikevin nava tevgerê karên girîng dikin. Yilmaz, da zanîn ku di vê serdemê de plan û pêşniyar dikin ku jin li ser mijarên "Di makeqanûnê de daxwazên jinan, bidawîbûna pevçûnê û pêşxistina aştiyê û her wiha dawîlêhatina tundiya li dijî jinê" bibin yek û li hev kom bibin. Yilmaz, ji bo pêvajoya şer û pevçûnê bi dawî bibe bang li hemû saziyên jinan kir û xwest piştgiriyê bidin hev.


Etiketler:
Bu haber toplam 1242 defa okundu

Taraf'tan Erdoğan'a: Zorda olan sensin aslanım
Başbakan Erdoğan'ın WSJ'nin Uludere haberi ile ilgili yorumuna Taraf'tan sert bir çıkış geldi.
YAZARLAR